Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdan Mardînî Bi Rêzefîlma ‘JAN’ Salên 90’î Tîne Ser Ekranê


Rêzefîlma Kurdî ‘JAN’ ku çîrok, serlîstikvanî û çêkerîya wê hunermendê Kurd Berdan Mardînî dike, li ser yekem televizyona Kurdî ya dewletê TRT Şeş’ê tê weşandin.

Di çîroka rêzefîlma ‘JAN’ de ku li bajarê qedîm Mêrdînê dîmenên wê têne girtin, ligel evîna keç û xortên Suryanî, Misilman û Êzidî behsa bûyerên salên 1990’î tê kirin.

Xebatên fîlma JAN bi ekîbeke xûrt li Mêrdînê berdewam dikin ku 28’ê Cotmehê bi beşa yekemîn li ser TRT Şeşê tê belav dibe.

Hunermend Berdan Mardînî, li dema dîmengirtina fîlmê JAN ji Dengê Amerîka re behsa çîroka fîlm, sedem û armancên xwe dike.

Ew dibêje, piştî pêvajoya çareseriyê û vebûna bazara Kurdî derfet çêbûye ku xebatên Kurdî bikin ku wî jî tim dixwest wan salên jibîr neçûne bike fîlm.

Mardînî bi bîr dixe, berî niha behskirina wan kiryarên ku ji aliyê dewleta tarî ve li ser xelkê herêmê pêk hatibûn wek xeyalekê bû, lê niha ew li ser kanaleke dewletê ew behsa wê serdemê û kiryarên wê demê dikin.

Mardînî dide zanîn, wî li dema destpêka vê xebatê serdana Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk kiriye û piştgirîya wî standiye.

“Ez dixwazim bibim pirek di navbera siyasîyan de. Lewma jî min serdana Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk kir. Wî jî got, em ne li dijî TRT Şeş’ê ne.”

Ew li ser naveroka rêzfîlm dide xuya kirin, di çîrokê de têkiliyên Êzidî, Kurdên misilman, Ereb, Tirk, Suryanî û evîndarî heye.

Berdan Mardînî, li dema sohbetê li ser rewşa Kobanê û êzidîyên Şengalê jî dibêje,“Dilê min pir dişewite, lê tiştê ji destê min tê huner e. Hêvî dikim ev rewş dawî were û herkes mafê xwe bistîne.”

Hunermend Mardînî, rêzefîlma JAN ku ligel axaftina Kurdî bi jêrnivîsa Tirkî tê ser ekranê, wek xebateke avakirina bingeha aştî, biratî û aramiyê dinirxîne.

Berdan Mardînî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:35 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG