Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Kurdên Sûrîyê Şandina Pêşmerge Dinirxînin


Şandina hêzên Pêşmerge jibo piştevanîya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanê ku ev nêzî 2 meh in li hember êrîşên DAIŞ’ê berxwe didin, bû sedema dengvedaneke mezin li nav Kurdan û qada cîhanî.

Di dema derbazbûna karwana çekên pêşmerge ku ji Herêma Kurdistanê ber bi Kobanê ve bi rê ketine, ji alîyê Kurdên hêla sînorê Tirkîyê jî pêşwazîyeke germ li wan hate kirin.

Penaberên Kurdên Sûrîyê ku li bajarê Tirkîyê dimînin jî rêveçûna karwana hêzên pêşmerge, bi rêya televîzyon û dezgehên ragihandinê ji nêz ve dişopînin.

Ew çûyîna pêşmergeyan ya jibo piştevanî û parastina Kobanê wek gaveke biratî û hevkarîya navbera Kurdan dibînin.

Penaberên Kurd ku li Stenbolê dimînin ji Dengê Amerîka re şandina vê hêza pêşmerge jibo Kobanê nirxandin.

Delîl Dêrikî ku ji Dêrîka Çîyayê Mazî ye kêfxweşîya xwe tîne ziman.

“Mînaka hevkarî û yekîtîyê ya ku li Şengalê di navbera hêzên Kurd de pêk hatibû, bi şandina Kobanê ya hêzên pêşmerge re wê xûrtir bibe.”

Penaberê Kurd ji bajarê Qamişlo Kemalê Zorê jî şandina pêşmerge bilind dinirxîne ku derengxistina çûyîna pêşmerge bi hewildan û astengîyên sîyasî yên navdewletî ve girê dide.

Ew hêvî dike, bi hatina pêşmerge û çekên giran re wê moralê şervanên Kobanê bilindtir bibe ku evê jî serkeftinê nêztir bike.

Hêjayî gotinê ye, Kurdên Sûrîyê li dijî êrîşên bi çekên giran yên DÎÎŞ’ê girîngîyeke mezin didin hatina pêşmerge ya bi çekên giran.

Lê, ew şandina pêşmerge, ji alîkarîya hêza leşkerî bêhtir wek piştevanîyeke manewî ya yekîtîya Kurdan bihêz dike dinirxînin.

ST_10_19_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG