Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Burkina Faso Karvekêşana Xwe Da


Blaise Compaore
Blaise Compaore

Serokê Burkina Faso Blaise Compaore xwe ji kar kişand, piştî xwepêşandanên dijî mayîne wî li ser desthilatê.

Medya xwecîhî îro Înê karvekêşana birêz Comapore belav kir û berdevkekî artêşê jî wê yekê piştrast kir.

Comapore di daxuyanîyekê de daxwaza 90 rojên destguhrînê kir ku welêt bibe hilbijartinan.

Televîzyona Burkina 24 ragihand ku Compaore bi konvoyeke mezin ji qesra seroktîyê derket û çû cîhekî nedîyar.

Blaise Compaore di sala 1987an de hatibû ser desthilatê û ji 27 salan vir ve serokê Burkina Faso bû.

XS
SM
MD
LG