Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyê Amerîkî Îtîraf Kur ku Xwest Beşdarê Rêxistina Terorîst Bibe


Hemwelatîyekî Amerîkî ku di hewleke têkçûyî de dixwest beşdarê Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) bibe, îhtîmal e 15 salên cezayê zindanê wergire, piştî ku li xwe mukur hat ku piştgirîya rêxistineke terorîst dike.

Doza hember zilamê bi navê Donald Ray Morgan yê 44 salî di meha Tebaxê de hatibû vekirin, piştî ew bi bûyerekê negirêdayî de li firîngeheke nêzîkî New York hatibû girtin.

Li gor belgeyên dadgehê,vekolêr pê hasîyan ku Morgan ji destpêka sala borî vir ve, di medya civakî de piştgirî dida DÎÎŞ.

Morgan ku ji xwe re navê Ebu el Amerîkî lêkiribû, di Tîrmeha çûyî de di Twitter de nivîsîbû ku “kuştina dijminên me û serjekirina wan rewa ye.”

XS
SM
MD
LG