Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Sizayan Datîne Ser Serokê Berê yê Yemenê


Civata Ewlekariya NY siza daniye ser serokê berê yê Yemen, Elî Ebdulla el Salih û du rêberên Şîa li welêt, jiber rola wan di danîna gefê de li ser aştî û aramiya Yemenê.

Di nav van sizayan de qedexekirina serdana welatan û cemidandina samanên wan yên biyan cih digirin. Amerîka serkêşiya danîna van sizayan kiriye.

Roja Înê, bi hezaran ji piştgirên Elî Ebdulla el Salih û serhildayên Şîa daketin kolanan jibo protestokirina van sizayan.

Civata Ewlekariyê qebûl kir ku Serokê berê yê Yemen ligel serhildayên Şîa yên ku bi navê Hûthî tên naskirin, kar kiriye da ku hewildanên serokê nû Abd Rebo Mensûr Hadî jibo avakirina aramî û demokrasiyê tên bibin.

XS
SM
MD
LG