Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Peywendiya Gotûbêjên Navokî ligel Îranê bi Şerê Dewleta Îslamî Nîne


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got ku cudahiyên mezin di navbera Washington û Tehranê de hene di gotûbêjên navokî yên herdu welatan de.

Birêz Kerry got, eger rêkeftinek di navbera herdu aliyan de jî pêk hat, ewê yekser soza hevkariyeke xurt di navbera Amerîka û Îran de li ser şerê mîlîtanên Dewleta Îslamî peyda nebe.

Tevî fişara dawîanîna salên ji gotûbêjan di navbera herdu aliyan de li 24ê vê mehê, wezîrê derve yê Amerîka got ku ti peywendî di navbera gotûbêjên navokî û hevkariyeke Amerîkî Îranî de jibo şerê Dewleta Îslamî tune ye.

Hefteya bûrî raport derketin, bi taybet ji rojnameya Wall Street Journal ku tê de hate gotin, Serok Barack Obama nameyek şandiye ji Rêberê Bilind yê Îranê Ayetollah Ali Xameneyî re, derbarê berjiwendiyeke hevbeş di şerê Dewleta Îslamî de.

Lê birêz Kerry li dema beşdariya li Konferansa salane ya Hevkariya Abûrî li Asya Pasîfîk li Pekînê red kir ku peywendiyeke navbera gotûbêjên navokî û ti pirsgirêkeke din hebe. Lê belê, Wezîrê Derve yê Amerîka, piştrast an jî red nekir ku bi rastî nameyek ji Obama bo Xameneyî hatiye şandin.

XS
SM
MD
LG