Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li Myanmar ligel Rêberên Wî Welatî Dicive


Serok Obama û Serokê Myanmar Sein
Serok Obama û Serokê Myanmar Sein

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, ew pêbawer e ku “rojeke nû” li Myanmar heye, lê, divê hîn gelek tişt hene ku jibo referman bêne kirin.

Serok Obama ew axaftina xwe îro Pêncşemê di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Myanmar Thein Sein û rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi de kir.

Birêz Obama di seredaneke du rojî de li Myanmar e, ku wek Burma jî tê nasîn. Myanmar vê gave hewil dide ku xwe ji desthilata leşkerî ya bi dehan salan derxîne.

Şîretvanê Ewlekekarî yê Qesra Spî Ben Rhodes dibêje, birêz Obama plan dike ku xemên xwe yên ser hêdîbûna reforman û rewşa mafên mirovan, di hevdîtineke yekûyek de ji Serokê Myanmar Sein re parve bike.

XS
SM
MD
LG