Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Penaberên Sûrî li Tirkiyê


Peyamnêrê Dengê Amerîka Jamie Dettmer di derbarê Rewşa Penaberên Sûriyê li Tirkiyê ev raport li Antakya amade kirê:

Berî çend mehan berpirsên Tirkiyê digotin, derdora 1,6 milyon penaberên Sûrî, yên ku di sê sal û nîvên çûyî de reviyabûn Tirkiyê, ewê bi awakî demkî li wir bimînin. Lê niha piștî ku çi çareyên berbiçav di asoyên nêzîk yên șerê Sûriyê Îraq de ne diyarin, û her wiha piștî ku Oropa hindek ji wan pejirandin, ew li xwe mukur tên ku dê penaber li Tirkiyê bimînin.

Pirbûna jimara penaberan jêderên Tirkiyê diwestîne, bandorê dide ser rewșa civakî û nerazîbûna wê bilind dike. Bi taybetî li aliyê bașûrê Tirkiyê, nêzîkî Sûriyê û Îraqê.

Çavdêrên navxweyî dibêjin, xelkê Sûrî amadene bi pereyên kêm kar bikin, ev jî dibe sedema nizimbûna mûçeyan li wir, û her wiha ew dibistan û nexweșxaneyan dadigrin.

Li tersî vê yekê, penaber di bin fișara jiyanê de, li ser neyeksaniyê û stemkariyê û her wiha destdirêjiyên navxwî, diaxivin.

Emîra ku 42 salî ye û di nexweșxaneya serekîn a jinan de li Antakya karê wergerandinê dike, dibêje, bijîșk û berdestiyên Tirk zordarin û bi awakî xerab bi jinên Sûrî yên ducan re danûsandinê dikin. Ew jinên ku tên nexweșxanê berî bûyîna zarokên wan. Ew dibêje Tirkên navxweyî ji jinên Sûrî hez nakin û ji wan dilgiranin ji ber ku ew bê beramber têne dermankirin.

Ew dibêje, zordarî sînorên qîrkirina bi ser wan de û danûstandina ne baș derbas dike. Dibêje, wê bi çavê xwe dîtiye çawa bijîșkekî Tirk red kir ku birînsaziya qeyserî ji dayikeka sê zarokan re bike , ta ku dayikê pejirand ku wî maf heye boriya hêkên wê bibire da ku di pêșerojê de zarokan neyne. Wî got, berê gelek Sûrî li Tirkiyê hene.

Jinên Sûrî li Tirkiyê gelekî jarin. Jin serdestiya gelek malbatan dikin, mêrên wan an mirî ne an jî li Sûriyê mane ji bo șer. Gelek raportên destdirêjiyê di derheqê jinên penaber de hatin belevkirein, û di nav wan de jî gelek lașfiroșî çêbû,ku șarezayên vê derbarê wan wek mayîna nijadê tînin ziman.

Meryem a bîst û sê salî, bi bêhntengî û dilekî giran, tiștê ku sala par li nexweșxaneya jinan a li Antakya hatibû serê wê șîrove dike, ew dibêje dema bûyîna zarokê wê bi ser ketibû û bijîșkan bi ser wê de dikrin qîreqîr û red kirin birînsaziya qeyserî jêre bikin.

Meryem dibêje, hersê bijîșkên Tirk yên ku misilmanên șîiî bûn, bi ser wê de kirin qîrîn û ew bi dijberiya Beșar El-Esed tawinbar kirin. Berî ku dest bi birîsaziyê kin wan ew ji porê wê de kișandin, sîle li rûyê wê dan û ew cezakirin.

Dengê Amerîka pêwendî bi nexweșxanê re kirin ji bo dupatkirina evan agahiyan lê çi bersiv wernegirt.

Berpirsên neteweyên yekgirtî Tirkiyê pesend dikin ji bo vehewandina penaberên Sûrî bêhtirî hemî welatên derdorê. Lê ew nîgeranin li dor reweșa penaberan a ku xerab dibe.

Raport bi Dengê Salih Demîcer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG