Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Kantona Efrînê Danûstandinên Xwe li Tirkîyê Didomîne


Şanda Efrînê li Stenbolê.
Şanda Efrînê li Stenbolê.

Şandeya rêvebirên Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li Stenbolê bi civîneke rojnamevanî derketin pêşberî rojnamevanan.

Şandeya Efrînê ya ji Serokwezîra Rêvebiriyê Hêvî Mistefa, Wezîrê Pêwendiyên Derve Silêman Cafer û cîgira wî Cîhan Mihemed pêk dihat, di civîna roja Înîyê de, agahiyên berfireh ser rêvebirîya xweser û rewşa Efrînê parve kirin.

Wan bal kişand ser dorpêç û rewşa mirovî ya Efrînê û bi taybet xwest, derîyekî sînorî di navbera Efrînê û Tirkîyê de were vekirin da ku rê li ber karên bazirganî jî vebe.

Serokwezîra Rêvebirîyê Hêvî Mistefa, li ser mebesta hatina şandeya Efrînê û nasandina sîstema xweserîya demokratîk peyivî.

“Berevajî kampaynên reşkirinê, em dixwazin rêveberiyên xweser ji her kesî re şîrove bikin jibo ku werin nas kirin. Em dixwazin têkiliyên me bi hemû alîyan re xweş bin. Em parçekirina Sûrîyê naxwazin.”

Xanima Mistefa, li ser rewşa mirovî û ewlehiya Efrînê jî agahî parve kirin.

Wê bi bîr xist, piştî penaberên ku hatine Efrînê, serjimarîya wan bûye du qat û daxwaza alîkariya kir.

Birêz Mistefa li ser pirsa Dengê Amerîka ya di derbarê peymana Dihokê ya navbera TEV-Dem û ENKS’ê de wiha axifî:

“Em peymana Dihokê pîroz dibînin û dixwazin bi her alîyekî re di nav xweserîya demokratîk de, hevkariyê bikin.”

Rêvebirên Efrînê ragihandin, “Niha rewşa Efrînê aram e û xeteriyeke mezin li ser tune ye, lê her kêlî dibe ku êrîş bikin û em jî amade ne xwe biparêzin.”

Şanda Kantona Efrînê li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG