Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kempeyna Dijî Terorê ya Pakistanê Berdewam Dike


North and South Waziristan, Khyber, Pakistan
North and South Waziristan, Khyber, Pakistan

Artêşa Pakistanê dibêje, di encama şerekî nû de li bakur rojavayê welêt bi kêmî 34 mîlîtan û sê leşker hatine kuştin.

Firokên şer yên Pakistanê îro Yekşemê veşartgehên gumanber yê mîlîtanan li devera Dattakhel ya Herêma Bakurê Wezîristan li ser sînorê Afganistanê, bombebaran kirin. Beşê ragihandinê li nav artêşa Pakistanî got ku bi kêmî 27 mîlîtan di êrîşê de hatin kuştin. Wê got, di nav wan de jimareke komandar û çekdarên biyan jî hatin kuştin.

Ev êrîşên esmanî hatin, piştî pevçûnên nîvê şevê li Dattakhel ku tê de sê leşker û heft mîlîtan hatin kuştin. Karbidestan got ku leşkerên din di wan pevçûnan de birîndar ketin.

Artêşa Pakistanê kempeyna xwe li Hezîrana bûrî destpê kir û dibêje, heta nuha 90 ji sedî ji herêmê ji terorîstên gumanpêkirî hatiye paqijkirin.

XS
SM
MD
LG