Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

G20 di Dawiya Hilcivîna Xwe de Planeke Abûrî Belav Dike


Rêberên 20 abûriyên herî mezin li cîhanê planeke xwe belav kirin jibo zêdekirina berhema xwecihî li seranserî cîhanê bi du trilyon dolarî di nav pênc salan de. Ev yek jî dê bi riya weberhênana binçîneyê û zêdekirina asta bazirganiya azad be.

Belgeyê herwiha soza hevkariyê da jibo karekî bihêz li dijî guhertina jîngehê û piştgiriya bersivdana cîhanî li hember belavbûna nexweşiya Ebola li Rojavayê Afrîka.

Di dawiya hilcivîna G20 de, Serokwezîrê Australia Tony Abbott îro Yekşemê got, ewê welat hevdû muhasebe bikin, bi riya çavdêriya cîbicîkirina pêgiriya wan jibo zêdekirina geşepêdana abûrî.

Grûpa 20 ya ku 85 ji sedî ji rêjeya abûriya cîhanî pêk tîne, rastî zehmetiyan hatiye, bi taybet jiber lawazbûna geşepêdanê li Çîn, Japon, Amerîka û Ewropayê.

XS
SM
MD
LG