Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Vîdyoya DAÎŞ ya Serjêkirina Amerîkiyekî Din Vekolîn Dike


Peter Kassig.
Peter Kassig.

Koçka Spî dibêje, dezgehên zanyariya Amerîkî kar dikin jibo rastiya vîdyoyekê nîşan bidin ku tê de mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) karmendê alîkariya mirovî yê Amerîkî Peter Kassig serjê dike.

Berdevka Civata Ewlekariya Niştimanî Bernadette Meehan dibêje, eger ev vîdyo rast be, ewê Koçka Spî bi kuştina hovane ya Amerîkiyekî bêsûc tûre bibe. Ew dibêje, Koçka Spî sersaxiya malbat û hevalên Kassing dike.

Vîdyo derkete holê çend deqeyan piştî ku Serok Barack Obama ji Australia ber bi Amerîka ve vegeriya. Birêz Obama beşdarî li hilcivîna abûrî ya Grûpa 20 li Australia dikir.

Kasing yê 26 salî sala bûrî hatibû girtin dema ku alîkariya gihandina dermanan bo Sûriyan dikir. Hevalên wê dibêjin, dema girtî bû ew bûbû Misilman û navê xwe kiribû Ebdulrehman.

XS
SM
MD
LG