Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvînek ligel Wezîrê Derve yê Kantona Efrînê


Silêman Cafer ligel hevkarê me Salih Turan.
Silêman Cafer ligel hevkarê me Salih Turan.

Wezîrê Derve yê Rêvebirîya Kantona Efrînê Silêman Cafer ku ligel şandeya rêvebiriya Efrînê serdana Tirkîyê dike ji Dengê Amerîka re got, “Berxwedana Kobaniyê hişt ku yekser Xweserîya Demokratîk li alemê were nas kirin.”

“Niha rêz û hurmet ji Kurdan re tê nîşandan. Kurdan berê jibo xelkê şer dikir, lê îro di ber xwe de şer dikin.”

Birêz Cafer li ser mebesta hatina Tirkîyê peyivî û da xuya kirin, ew li Tirkîyê bi germî hatine pêşwazîkirin, her ku bi karbidestên dewleta Tirkîyê ti hevdîtineke wan çênebûye jî ew dixwazin pêwendî bikin.

“Mebesta hatina me ya Tirkîyê ew bû ku em xweserîyê bi hemû dinyayê bidin nas kirin. Me got, bila herkes bizanibe ku mafê Kurdan jî hene, ew jî mirov in. Me Kurdan ti caran êrîşê kesî nekiriye, em tenê xwe diparêzin û îro jî vê dikin. Em şerê Tirkîyê nakin, loma jî dixwazin me nas bikin. Ev 3 sal in wek Kantona Efrînê me sînorên Tirkîyê parastine. Eger me neparasta wê biketina destê çeteyan û alozî derketiba. Daxwaza me ya serekî ji Tirkîyê ew e ku derîyekî sînor veke.”

Wî destnîşan kir, Berê rejîma beasî digot, tenê ereb û beasî hene û em nas nedikirin ku heta piştî krîza Sûrîyê pêkhatên opozîsyonê jî wiha bûn.

“Li sala 2013’an 21 ketîbeyên Artêşa Azad li Efrînê berê çekên xwe dane ser Kurdan, li şûna şerê Beşar Esed bikin hatin şerê Kurdan bikin. Bi qasî 2 hezar û 400 grub hebûn. Piştre piraniya van gruban belav bûn. Hinekan çek berdan, hinek reviyan hinek jî beşdarî nav DAIŞ û El Nûsra bûn. Yanî em dibêjin, ji berê ve xeterîya wan li ser me heye û niha jî heye. Lê van demên dawî nûçeyên derbarê xeteriya ser Efrînê şaş hatine belav kirin û pir hate mezin kirin.”

Wezîrê Kantona Efrînê dîyar kir, “Her çiqas hinekî dereng gihîştin Kobanîyê jî em spasîya alîkarîya Koalîsyona Navnetewî ya bi rêbertiya Amerîka’yê dikin. Ne ji wan bûya, wê xeterîya DAIŞ’ê pir mezintir bûya.”

Birêz Cafer da zanîn, “Niha koalîsyona navntewî bi hevkariya zemînî ya hêzên YPG’ê dijî DAIŞ’ê şer dike ku bawer dikim wê DAIŞ têk biçe.”

Hevpeyvîn bi Silêman Cafer re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG