Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pîr Rustem: Pêwîstiya xelkê Sûriyê Bi Rûxandina Rejîma Beşar El-Esed Heye


Pîr Rustem
Pîr Rustem

Șerê Sûriyê ku bû çar salin hîn berdewame, bi milyonan xelkê Sûrî rastî kuștin û zor û zîndan û penaberiyê kiriye. Heta niha çi çareserî di asoyên nêzîk de ne diyar in, ne ji aliyê partiyên dijber di hindirê Sûriyê de û ne jî ji aliyê hêzên navnetewî ve ku gelek caran berjewendiyên wan bûne bend li pêș çareyên rawestana șer.

Nivîskar û șîrovekarê siyasî yê Kurd, Pîr Rustem ku li Siwîsra dimîne, ji Dengê Amerîka re, ev babet bi giștî û her wiha beșdarbûna Kurdan di șoreșa Sûriyê de șîrove kir û dupat kir ku pêwîstiya xelkê Sûrî bi rûxandina rejîma niha heye.

Pîr Rustem ji aliyekî din ve bal kișande ser rêkeftina Duhok, û yekîtiya Kurdan ne tenê wekû erkeke dîrokî, lê belê wekû pilaneke çareserkirinê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve anî ziman.

Ji bo gudarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke

Pîr Rustem SW 11_17_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:08 0:00

XS
SM
MD
LG