Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wecîha Ebdulrehman: Hikûmeta Tirkiyê Rewşa Penaberên Kobaniyê Paşguh Dike


Penaberên Sûrî ku ji ber şerê dijwar reviyane Tirkiyê û li wir di kamp û konan de bicî bûne, nuha di bin gefe û metirsîna sermaya zivistanî de dimînin. Ta nuha ti gavên rasteqînî nehatine avêtin ji bo parastina wan, him ji aliyê hikûmeta Tirkiyê û him jî ji aliyê rêxistinên navnetewî ve.

Nivîskar Wecîha Ebdulrehman ku mîna balyoza xwebexş di Rêxistina Navnetewî ya Aştiyê kar dike, ji Dengê Amêrîka re got: "rewşa penaberan gelekî dijwar e û karê ku dibe ne li gorî mebest û daxwaziyan e".

Xanim Wecîha rexne li karê hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje ku ew ti alîkariyê bi penaberên Kurd re nake û ferq û cudahî di nav wan û yên deverên din ji Sûriyê de heye.

Hevpeyvîna Wecîha Ebdulrehman_11_18_14_LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:37 0:00

XS
SM
MD
LG