Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonê Banga Hilbijartinên Pêşwext Dike


Shinzo Abe.
Shinzo Abe.

Serokwezîrê Japonî banga hilbijartinên pêșwext û bișûnxistina zêdekirin bacên firoștinê ya cihê nakokiyê kir, wekî hewildanek ji bo piștgiriya xwe ya siyasî û șerê têkçûna abûrî.

Di konfranseke rojnamevanî de îroj Sêșemê Serokwezîr Shinzo Abe ragihand ku ewê vê heftê parlemanê ji hev bixe û hilbijartinan meha bê li dar bixe, berî du salan ji dema wan ay durist.

Çi rojên destnîșankirî nehatine dayîn ji bo hilbijartinan, lê medyaya Japonî pêșbîn dike ku ew di nîva meha Berçelê de bin û reng e roja 14ê mehê bin.

Shinzo Abe her wiha got, ewê zêdekirina bacên xerckirinê bo 18 mehên dîtir ta nîsana 2017 ragire.

Rêzdar Abe di sala 2012 de bû serokwezîr. Wî soz dabû ku rewșa abûrî ya welêt pêșbixe, bi riya pilaneke çaksaziyan ku bi navê Abenomics tê nasîn.

XS
SM
MD
LG