Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewropa û Gurûpa Dewleta Îslamî


Lisa Bryant ji Parîsê ev raport ji bo Dengê Amerîka şandî ye,

Desthilatdarên Frensî rastiya vîdyoyekî nûh ragihandin, ku hemwelatiyê Frensî Serge Lazarevic nîșan dide çawa ew alîkariya azadkirinê dixwaze. Vîdyo hatibû belav kirin ji aliyê El Qaîde ve li Mexrib, ku wan Lazarevic û yekî din sê salan berê li welatê Malî wekû barimte ango rehîne girtin. Barimteyê din bi navê Phlippe Verdon, hatibû kuștin di sala 2012 de. Vîdyo her wiha barimteyekî Holendî diyar dike.

Lazarevic dawîntirîn barimteyê Frensî ye. Barimteyekî din bi navê Herve Gourdel, hatibû bidarvekirin di meha Îonê de. Keça Lazarevic, Diane roja Sêșemê ji Radio ya Frensî re got, dîtina wêneyên wî, wiha melûl û jar, em veciniqandin.

Diane Lazarevic got, wê hêvî dikir ku serokê Frensa Francois Hollande her tiștî bike ji bo azadkirina bavê wê, berî cejna Zayînê.

Li dirêjiya salan jimarek barimteyên Frensî azad dihatin kirin. Frensa red dike ku ew pereyên berdanê dide, lê șareza dibêjin renge ev yek bi riya navçiyan dibe. Raportek di 29 tîrmeha 2014an di New York Times de, hatibû belav kirin, dibêje, El-Qaîde û peywerên wê, 125 milyon Dollar wekû pereyên berdanê wergirtine ji bo barimteyên Frensa û hindek Ewropiyên din ji sala 2008an de.

Vîdyoyekî duyem ku roja Yekșemê hatibû belav kirin, rûyekî din yê Îslama radîkal li gel Ewropa nîșan dide, ne tenê wekû armanc belê wekû jêdera çekdaran. Desthilatdar dibêjin, hemwelatiyê Frensî yê 22 salî ku buye misilman, Maxime Hauchard, diyare di nav çekdarên Dewleta Îslamî de, ewên ku fîlmên bidarvekirina leșkerên Sûrî tomar dikin. Renge hemwelatiyekî Frensî din jî di vîdyo de be.

Di Tîrmehê de telfizyona BFM a Frensî bi riya Skype hevdîtinek li gel Hauchard li dar xist. Wî diyar kir çawa mala xwe li Normandî bicî hîșt, da tevlî Dewleta Îslamî li Sûriyê bibe. Wî got, ew dixwaze bibe șehîd.

Desthilatdar texmîn dikin, bi hezaran kesên Ewropî welatên xwe bicî hîștin da tevlî Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê bibin, di nav wan de, nêzîkî hezar kesên Frensî hene.

Bersiva Frensa jî, di vê derbarê de berfireh bûye, Dozgerê Parîsê Francois Moulins dibêje, jimara lêpirsînên dadwerî yên girêdayî bi Îslama radîkal ve, bi rêjeya 200 ji sedî zêde bûne, tenê di salekê de.

Raport bi Dengê Salih Demîcer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG