Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama wê Riformman li ser Pirsa Koçberiya Neqanûnî Bike


Serokê Amerîka Barack Obama di gotarekê îro Pêncşembê wê behsi nexşekê bike ji bo parastina koçberên neqanûnî u bikarinana desthilata xwe.

Ajansên deng u behsan dibêjîn, biryare berêz Obama biryareka serokatiyê pesend bike u wê rê bide 5 milyon panaberên neqanûnî belgehên kar kirinê bidest bînin u jiwana koçberên ewên zarokên wan li Amerika ji dayk bûne yan ewên hevjinêt wan xodan nasnama Amerikîne.

Herwesa çaverê dihête kirin biryareka xwe ya sala 2014 baştir bike bo xortên ku bi “Xodan Xewn “ dihêne nasîn, li demê dayk û babên wan kesan mifayê ji biryara Serok Obama wernagirin.

Koçberên neqanûni, li gor biryara Serok Obama wê bê behr bin ji alikariyên Hikûmata federalî ya Amerîka, wek bîma saxlemyê bi bihayeka erzan ku bi “Obama Kêr” tê nasîn.

XS
SM
MD
LG