Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Şebab Berpirsiya Êrîşa Kenyayê Dixe Stûyê Xwe


nexşeya Kenyayê.
nexşeya Kenyayê.

Çekdrên rêxistina Îslamî ya tundrê el Şebab li Kenya îro Şemiyê berpirsiya êrîşa li ser otubasekê xiste stûyê xwe. Dê êrîşê de, 28 siwarên otubasê yê Misilman hatibûn derxistin û hemû hatin kuştin.

El Şebab berpisiya êrîşê bi riya radyoya xwe li Somalê ragihand û got ku ew wekî tolhildan hat li hember êrîşên hêzên ewlekariya Kenyayê li ser çar mizgeftan li berava Kenyayê.

Berpirsê polîsê Kenyayê David Kimaiyo got, di êrîşa li ser otubasê de 19 mêr û 9 jin hatin kuştin.

Otubasa ku diçû ber bi Nairobi ya paytext ve, dora 50 kîlometran dûrî bajarê Mandera yê ser sînorê Somalê, tevî 60 siwaran hat revandin.

Du efserên polîs gotin ku dema otubas li çekdaran nehatibû rawestin, wan bi tivingan teqe lê kiribû, lê dema ku ew yek jî bêkêr bû, çekdaran roketek avêtin otubasê heta ku hate rawestandin.

Hêjayî gotinê ye, el Şebab gelek caran êrîş li Kenyayê pêk anîne, piştî ku hikûmeta Kenya hêzên xwe li Oktobera 2011ê şande Somalê jibo şerê mîlîtanan li wir. El Şebab şaxê el Qayîde li Somalê ye.

XS
SM
MD
LG