Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistineke Sûrî: Di Êrîşên Esmanî yên Amerîkî de Bêtirî 900 Kesî li Sûriyê Hatine Kuştin


Rêxistineke mafên mirov ya Sûrî dibêje, êrîşên asmanî yên Amerîkî li Sûriyê bêtirî 900 kesî ji meha Êlûnê de kuştine. Gelek ji kuştiyan çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî ne, lê belê hinek sivîl jî di nav wan de hene.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye îro Şemiyê got ku êrîşên asmanî yên Amerîkî 785 mîlîtanên rêxistina tundrê ya Dewleta Îslamî kuştine, ligel 72 mîlîtanên Cebhet el Nusra, şaxê el Qayîde li Sûriyê.

Çavdêriya Sûrî ku wekî jêdereke bawerpêkirî jibo nûçeyên Sûriyê tê nasîn, da zanîn ku di van êrîşan de 52 sivîl jî hatine kuştin, ji wan heşt jin û pênc zarok.

Li derengî meha Êlûnê, hevpeymaniya navneteweyî bi serkêşiya Amerîka dest bi êrîşên asmanî li dijî armancên Dewleta Îslamî li Sûriyê kirin, piştî êrîşên wan li Îraqê.

XS
SM
MD
LG