Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Pêşengeha Danasîna Çand û Berhemên Amedê


Rojên Amedê li Stenbolê.
Rojên Amedê li Stenbolê.

Li Stenbolê bi mebesta danasîna bajarê Diyarbekirê bi navê, ‘Rojên Diyarbekirê’ li Navenda Kongreyan û Çandê ya Feshanê pêşengehek hate vekirin.

Pêşengeha danasîna Amedê ji alîyê Komeleya Çand Turîzm û Mûsîkiyê ya Diyarbekirê (DIKTUM-DER) ve hatiye lidar xistin ku Walîyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy û Wezîrê Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker piştevanîya wê dikin.

Di çarçoveya rojên danasînê de, bi maweya 5 rojan çand, muzîk, huner, xwarin û gelek berhemên din yên Amedê ji mêvanan re têne pêşkeş kirin.

Li pêşengehê civînên taybet li ser çanda Amedê pêk tên û bi şahiyên muzîkê jê mêvan derfet dibînin demên xweş derbas bikin.

Li nav salonan ji bilî cihên çêkirin û firotina qedayîfa Amedê, xwarîngehên ku xwarinên Amedê pêşkeşî mêvanan dikin jî xizmetê didin.

Herwiha sazî û dezgehên pîşeyî û sivîl jî danasîna kar û xebatên xwe dikin ku ew jî derfetê dibînin pêwendiyan bi hevpîşeyên xwe yên Stenbolê re deynin.

Li salonên pêşengehê danasîna hin nivîskarên navdar yên Amedê tê kirin û nivîskarên li ser erdnîgarî, çand û hunera bajêr pirtûk nivîsandine jî beşdar in.

Rojên Danasîna Amedê heta 23’yê meha 11 li salonên Feshanê berdewam dikin ku ji xeynî bajarîyên Dîyarbekirê, bi hezaran niştecihên din yên Stenbolê jî serdana vê pêşengehê dikin.

Rojên Amedê li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG