Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ez Heta Heta Serokatiya Rûsya Nakim


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibêje ewê heta heta serokê Rûsya nemîne, lê belê ewê li gorî destûra Rûsya ji desthilatê dakeve.

Putin dûr nexist ku di sala 2018 de jibo careke din xwe berbijêre. Ewê ew yekî serokatiya wî heta 2024ê dirêj bike. Lê wî got, eger ji wir pê ve dirêjtir bû, hingê ew yek dê ziyanê bigihîne welêt.

Putinê 62 salî ji sala 2000 de rêberiya Rûsya dike. Piştî du gerên çar sal di serokatiyê de, ji posta xwe derket û bû serokwezîr. Di sala 2012ê de careke din wekî serok jibo şeş salan hate hilbijartin.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Tass ya nûçeyan ku îro Yekşemê belav bû, Putin got ku biryara beşdariya li hilbijartinên 2018ê li ser wê yekê dimîne ka rewşa Rûsya wê çaxê çawa ye û herwiha ka dilê wî wê çaxê çi dixwaze.

XS
SM
MD
LG