Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûzexaneyeke Swîsrî Berhevokeke Hunerî ya Cihû ji Dema Naziyan Qebûl Dike


Bern Art Museum.
Bern Art Museum.

Mûzexaneyeke Swîsrayî dibêje, ewê berhevokeke hunerî ya nirxdar ji xaniyekî kevin yê Almanî qebûl bike. Tê bawer kirin di nav vê berhevokê de du karên hunerî yên zêde balkêş peyda dibin ku ji aliyê Naziyan ve ji xwediyên wê yên Cihû hatibûn talankirin.

Christoph Schaeublin, karmendê Mûzexaneya Bern ya Hunerî îro Duşemê li Berlînê ragihand ku mûzexaneya wî berhevokê qebûl bike, lê ewê herwiha piştrast bike ku çi karê hunerî ku ji aliyê Naziyan ve ji xwediyên wan yên Cihû hatibû standin, werin vegerandin.

Di sala 2012ê de, hikûmeta Alman bêtirî 1200 parçe ji aparmana kesekî bi navê Cornelius Gurlitt li bajarê Munich derxistibû, li dema vekolînkirina dozeke bacê.

Gurlitt yê ku îsal di temenê 81 salî de mir, kurê bazirganekî hunerî bû ku ji aliyê Adolf Hitler ve hatibû teklîfkirin ku karên hunerî ji mûzexaneyên Cihû talan bike. Gelek Cihûyên xwediyên wan karên hunerî di odeyên gazê yên Nazî de hatin kuştin.

Di nav wan karên hunerî de, tabloyên giranbuha yên Picasso, Monet,Chagall û hundermendên din yên mezin cih digirin.

XS
SM
MD
LG