Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Amerîka Dest ji Posta Xwe Berdide


Chuck Hagel di 2013 de bûbû wezîrê berevaniy.
Chuck Hagel di 2013 de bûbû wezîrê berevaniy.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Chuck Hagel piştî du salan dev ji posta xwe berdide.

Rojnameya New York Times li ser zarê karbidestekî pilebilind yê rêvebiriya Obama ev nûçe roja Duşemê ragihand û got ku piştî zext û fişarên jiber çend krîzên siyaseta derve, Hagel biryara destjikarkêşanê ragihand. Di van wan krîzan de jî, şerê rêxistina mîlîtan ya Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê.

Birêz Hagel nameya destjikarkêşanê Duşemê zû da dest Serok Barack Obama.

Wekî Parêzerê Giştî yê Amerîka Eric Holder ku li Septemberê dest ji kar berdabû, Hagel gotiye ewê di posta xwe de bimîne heta ku kesekî din şûna wî bigire.

XS
SM
MD
LG