Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Konferansa Îslam, Rojhilata Navîn û Kurd Hate Kirin


Li Komeleya 114 ya li Stenbolê, bi beşdarîya nivîskarê lêkolîner Îbrahîm Xelîl Baran konferanseke bi sernavê ‘Îslam, Rojhilata Navîn û Kurd’ hate lidarxistin.

Di konferansa roja Sêşemê êvarê pêk hat de, taybetî li ser nêrîna hîn derdorên îslamî hate rawestîn ku li hember mafên Kurdan xemsarîyê dikin û dijî rêvebirî û dewletbûna Kurdan derdikevin.

Nivîskar Baran piştî konferansa ku bi qasî 4 demjimêran dom kir, ji Dengê Amerîka re axaftina konferansê şîrove kir.

“Kurdistan di bin êrîş û zextên DAIŞ’ê de ye. Ev rêxistin xwe bi îslamê pênase dike, lewma jî me xwest bi rêya vê konfrensê em bêjin Quran û îslama rastîn ne ev e.”

“Di demeke ku grubên îslamîst êrîşî Kurdan dikin de, divê Kurd jî li hember wan yekîtîya xwe saz bikin û bi dewletbûnê re xwe ji miletên din biqetînin. Lazim e Kurdên misilman bizanin ku êrîşên li ser Kurdan pêk tên, ne jibo îslamê ne, tenê jibo bidestxistina axa Kurdistanê ne.”

Baran bi berdewamî got, ne ku misilman, lê Amerîka û dewletên rojava di şerê îslamîstan de alîkarîya Kurdan dikin. “Divê Kurd jî jibo bigihîjin armancên xwe destê wan bigirin.”

Hêjayî gotinê ye, piranîya beşdarên konfrensl ji derdorên îslamî yên Tirkîyê pêk dihat ku gotûbêj li ser pirsa Kurd û Îslam li Rojhilata Navîn pêk hatin.

ST_11_26_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG