Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Girtina Rojnamevanê Washington Post Dirêjtir Dike


Jason Rezaian û hevjîna wî Yeganeh Salehi
Jason Rezaian û hevjîna wî Yeganeh Salehi

Malbata nûçegîhanê Washington Post yê Tehranê Jason Rezaian dibêje, Îranê muhleta desteserkirina wî jibo du mehên din zêdetir kir.

Rezaian vê gave li Zindana Evin tê girtin û ew 135 roj in ku be agahîyek yan jî ronkirinekê girtî ye.

Malbata wî dide zanîn ku heta niha ti dozeke fermî li hember wî nehatiye vekirin û Jason heta niha bi awuqatê xwe re jî necivîye.

Birayê wî Alî radigihîne ku ew jiber rewşa Jason ya saxlemîyê xembar in jiber ku halê wî ne baş e.

XS
SM
MD
LG