Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kawa Azîzî: Ezeziya Partiyan Bû Sedema Derengiya Binavkirina Niwênerên ENKSê


Kawa Azîzî
Kawa Azîzî

Piștî derbasbûna demeke dirêj li ser nakokiyan di navbera partiyên Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê de, li dor binavkirina 12 niwêneran ji bo lêvegera siyasî ya ku biryara wê hate standin di rêkeftina Duhokê de, Partiyên ENKSê di kombûnekê de li bajarê Qamișlo 12 niwênerên xwe bi nav kirin.

Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistanî - Sûriyê, Dr. Kawa Azîzî ji Dengê Amerîka re, ronî da ser evê kombûnê û ragihand ku ezeziya partiyan bû sedema derengmayîna binav kirina evan niwêneran.

Azîzî her wiha bal kișand ser nebûna niwênerên jinê û gêncan û got, ev yek dê ziyanê bigihîne ENKSê di demên pêș de.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Kawa Azizi
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00

XS
SM
MD
LG