Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeya Bêmirov ya Amerîkî 4 Mîlîtanan li Bakurê Wezîristanê Dikuje


Firokeyeke bêmirov.
Firokeyeke bêmirov.

Karbidestên ewlekariyê li Pakistanê dibêjin, êrîşa firokeyeke bêmirov ya Amerîkî li bingeheke Talîbanê ya Bakurê Wezîristan daye û di encamê de bi kêmî çar mîlîtan hatin kuştin. Di nav wan mîlîtanan de rêberekî mezin yê el Qayîde hebû.

Karbidestên artêşa Pakistanê yek ji wan kesên kuştî bi navê Omer Farûq dan nasîn. Farûq berdevkê el Qayîde li Pakistanê bû.

Karbidestan got ku Talîbana Pakistanê ya ser bi komandar Hafiz Gul Behadur, ew bingeh bikar tanî, lê demûdest nehate eşkerekirin eger Behadur di dema êrîşê de li wir bû.

Êrîşa firokeya bêmirov hat, rojekî piştî ku leşkerên Pakistanî mezine rêberê el Qayîde bi navê Ednan Şukrijumh kuştin. Ev terorîst li Amerîka hatiye tawanbar kirin, jiber plankirina peqandina metro li New Yorkê.

XS
SM
MD
LG