Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Hagupit li Filîpînê Berdewam Dike


Bahoza bi navê Hagupit berê xwe dide naverasta Filîpînê piştî ku berava rojhilatî da ber xwe. Di encama vê bahoza bihêz de leza ba gihişte 210 kîlomteran di yek demjimêrê de.

Ajansa xweihî ya seqayê Pagasa îro Yekşemê ragihand ku bahozê li Girava Samar ya bi masîgirtinê navdar e, daye. Di encamê de hinek avahî ziyan dîtin.

Li seranserî herêmê elektrîk qut bûye û rê bi darên şikestî û tiştên firyayî hatine nixumandin.

Pisporên seqayê dibêjin, dibe ku bahoza Hagupit sê rojan bixwe heta ku naverasta Filîpînê derbas bike. Bêtirî yek milyon kes jiber bahozê ji malên xwe hatine derxistin û li penagehên demkî hatine bicî kirin.

Artêşa Filîpînî jî di rewşa hişyariyê de ye jibo çareserkirina problemên sereke.

XS
SM
MD
LG