Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Emar Kofî: Min Xwest bi Deng û Hestên Xwe Xizmeta Kurdistanê Bikim


Hunermendê genc yê Kurd Emar Kofî beşdarî bernameya Arab Idol ya navdar kiribû, û roja Şemiyê gihişte qonaxa berî dûmahiyê, lê wî nikarîbû dengên pêwîst wergire da ku here qonaxa dawiyê.

Di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka, hunermend Emar dibêje, min hest dikir ku ez nagihêjim dûmahiyê, tevî ku ez sedî sed ne piştrast im ku stirana min jibo Pêşmerge girêdan bi wê yekê hebû.

Birêz Emar ku bixwe ji xelkê Zaxo ye, di berdewamiya axaftina xwe de got ku “di navbera wergirtina xelatê û gotina stiranekê bo Pêşmerge de, min ya duwem hilbijart.”

Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê ligel hunermend Emar Kofî, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Hevpeyvîn ligel Hunermend Emar Kofî
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:44 0:00

XS
SM
MD
LG