Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandinên Pakistanê Tund Dibin


Di encama xwepêşandinên bajarê Feyselabad yê Pakistanî de yek kes hate kuştin, piştî pevçûnên navbera polîs û xwepêşanderan.

Kuştina wî kesî dê têkiliya di navbera hikûmetê û rêberê opozisyonê Îmran Xan xirabtir bike.

Di çend hefteyên dawî de, girjî û alozî di navbera hikûmeta Serokwezîr Newaz serif û Partiya Tehrîkê Însaf ya Îmran Xan de zêde bûye. Partiya Îmran Xan hikûmetê bi sextekirina hilbijartinên sala 2013ê tawanbar dike.

Li dema xwepêşandinan, polîs û xwepêşanderan ketin nav pevçûnan. Televizyona Pakistanê nîşan da çawa xwepêşanderan kevir davêtin rêzên polîsan.

Bijîşkên nexweşxaneya sereke li Feyselabad gotin ji bilî kesê kuştî, sê kesên din jî birîndar ketin, yek ji wan efserekî polîs bû.

Wezîrê Ragihandina Pakistanê Pervîz Reşîd mirina wî kesî piştrast kir û soz da ku kesê ew kuştiye were girtin û dadgehkirin.

Hêjayî gotinê ye, berî ku Îmran Xan têkeve nav siyasetê, ew lîstikvanekê krîkêt bû.

XS
SM
MD
LG