Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest: Amerîka ji Danûstandinên Azadkirina Pierre Korkie ne Agahdar Bû


Hevsera Pierre Korkie.
Hevsera Pierre Korkie.

Balyozê Amerîka li Afrîka Başûr dibêje, Amerîka ti agahî nebûn derbarê danûstandinên jibo azadkirina dîlekî ji Afrîka Başûr li Yemenê, ewê ku roja Şemiyê li dema operasyoneke hêzên taybet yên Amerîkî hate kuştin.

Balyoz Patrick Gaspard roja Duşemê got ku Washington nizanîbû mamosteyê ji Afrîka Başûr Pierre Korkie li heman cihî ligel rojnamevanê Amerîkî Luke Somers hatibû binçavkirin. Rizgarkirina Somers armanca wê operasyona hêzên taybet bû ku bi serneket. Karbidestên Amerîkî got ku herdu kes li dema sergirtinê li ser destên aliyên ew girtibûn, hatin kuştin.

Balyoz Gaspard dubare kir ku Serok Barack Obama fermana wê operasyonê dabû, jiber ku mîlîtanên el Qayîde yên ku Somers girtibûn, dabûn xuyakirin ku wê ew bikuşitana.

Rêxistina alîkariya ya Afrîka Başûr Gift of the Givers dibêje, ew gihiştibû rêkeftinekê ligel mîlîtanan jibo azadkirina Korkie û berî çend rojan ji operasyonê ji malbata wî re gotibû ku ewê nêzîk li malê ba.

Biryar e termê Pierre Korkie îro Duşemê gihiştibe Afrîka Başûr.

XS
SM
MD
LG