Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator McCain Berevaniyê li Raport CIA Dike


-
-

Di axaftina li Civata Senatoran, senator McCain pesina raporta Ajansa Agahdariyan da li dor bersivdana girtiyên el-Qaîde û yên din di navbera sala 2002 û 2009an de li zîndanên nehênî yên CIA li Afghanistan, Polenda , Romaniya, Kûba û cihin din. McCain got, “ez bawerim xelkê Amerîka maf heye, birastî berpirsiyarî heye ku zanibe çi bi navê wan dibû, çawa wan kiryaran xizmeta berjewendiyên me dikir an nedikir, û ew çawa guncawbûn digel nirxên me yên zor girîng.

Senator McCain hêvî kir ku ev raport wê di demên pêș de dûrî kiryarên wiha keve, kiryarên wekî cûreyên xendiqandinê, nehîștina nivistinê, û xwarin û vexwarina ji banî de. Wî got, “Ez zanim bikaranîna êșkenciyê wan tiștên me ji dijminên me ciyawaz dike têkdibe, baweriya me ya ku hemî xelk, tevî kesên girtî jî mafên mirovan yên bingehîn hene, ewên hatî parastin ji peymanên navnetewî, ku Amerîka ne tenî tevlî wan bûye, belê herwiha wê piraniya wan daniye.”

Rexnegirê rêveberiya Obama di navbera demekê û demeke din de, McCain asta partiya xwe derbas kir da kiryarên sitemkar yên bersivdanê protesto bike, ku li gor wî ew dawiya dawî nabin egera girtina terorîstan. Wî got, “Birastî me pêwîstî bi agahdariyê heye ku dijminên me têk bibe, lê agahdariyeke ku em pala xwe bidin ser, bikaranîna êșkenciyê, agahiyan ji rastiyê dixin behtirî agahdariya bi behane.”

Mc Cain bi xwe rastî êșkenciyê hat di dema pênc sal û nîvên girtina wî de, li bakurê Vêtnam berî berdana wî di sala 1973 an de, wî bi darê zorê daxuyaniyeke propaganda ji bo komonîstan îmze kir, berî vegera mal li gel birînên demdirêj.

Hindek komarî û berpirsên rêveberiya berê ya Bush, berdewam in di berevaniya bersivdanên CIA de, dibêjin, ew alîkarbûn di nehîștina êrîșên din yên terorîstan de. Charlie Allen alîkarê berê yê rêvebirê CIA dibêje, “fișar mezinbû ji aliyê rêvebiriyê ve, ji Congress ve , ji nerîna giștî ya Amerîka ve, gelo êrîșeke din heye? Raportan diyar dikir ku êrîșên din têne pîlan kirin.”

Serok Obama kiryarên cihên nakokiyê yên sala 2009an qedexe kirin û piștgirya derxistina raportê kir, li gel ku hușdarî hebûn ku wê riyaksyon hebin ji aliyê dijberên Amerîka ve. Balyozxaneyên Amerîka û erkên wê li derve ketin nav hușdariyeke taybet.

Salih Demicer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG