Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

66'emîn salvegera Qebûlkirina Daxuyaniya Mafê Mirovan ya Cîhanî ya li Neteweyên Yekbûyî, li Diyarbekirê


Jibo 66'emîn salvegera qebûlkirina Daxuyaniya Mafê Mirovan ya Cîhanî ya li Neteweyên Yekbûyî, li Diyarbekirê hefteyek bername û çalakiyên cuda tên lidarxistin.

Rêxistinên sivîl yên mafê mirovan İHD û Mazlumder, daxuyaniyan dan.

Serokê Cîgirê Mazlumderê Selahattin Çoban daxuyakirin welatên ku Rojhilata Navîn kirin nav şer, di roja mafê mirovan de peyamên aşitîxwaziyê didin. lê çavên xwe ji qetlîamên li rojhilata navîn digrin.

Birêz Çoban nêzikatiya Tirkiyê ya jibo mafê mirovan di li ser pêvajoya çareseriyê, bûyerên protestoyên Kobanê herwiha nêzikatiya bi awareyên şengal û Kobaniyê ve nîrxand.

Ji aliye dine ve Komela Mafê Mirovan ya Amedê û Baroya Amedê jî çalakiyên hefta mafê morvan li sînorê Kobaniyê dan destpêkirin.

Serokê ÎHDa Diyarbekirê Racî Bîlîcî ji Dengê Amerîkayê li ser rewşa mafê mirovan li Tirkiyê got “Hêza polês û leşkeran hat zêdekirin. Ji jina heta ciwan, zarok û kedkaran di her warî de mafê mirovan hat binpêkirin. Her diçe li Tirkiyê rewşa mafê mirovan ber bi nebaşiyê de diçe”

peyamnêr Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00

XS
SM
MD
LG