Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Salvegera Komkujiya Nanjing Pîroz Dike


Leşkerekî Çînî li rex peykerê bîreweriya Nanjing rawestiya ye.
Leşkerekî Çînî li rex peykerê bîreweriya Nanjing rawestiya ye.

Çîn roja yekê ya Bîreweriya Niştimanî jibo salvegera Komkujiya Nanjing pîroz kir. Li gorî Çîn dibêje, hêzên dadîgerker yên Japonî di wê komkujiyê de dora 300 hezar sivîl û leşkerên bêçek kuştibûn û destdirêjiya seskî li ser dora 20 hezar jin pêk anîbûn.

Di gotarekê de îro Şemiyê li Nanjing, paytext berê ya Çînê, Serokê welêt Xi Jinping ji cewameran re got ku mebesta lidarxistina vê helkeftê “ew e ku hezkirina aştiyê li cem her kesî bilind bike, ne ku hezkirina dijminahiyê.” Cemawer ji leşker, xwendekar û kesên ji bûyera Dîsembera 1937 rizgar bûbûn, pêk dihat.

Serokê Çînî rexne li netewperestên Japonî kir ewên ku red dikin ev komkujî pêk hatiye, lê wî da zanîn ku komkujî li ser destê komeke biçûk ji leşkerên fanatîk çê bûye. Serok Xi herwiha got, divê xelkên Çîn û Japonê dostaniya xwe ji nifşekî bidin nifşekî din.

XS
SM
MD
LG