Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Sededdîn Melle: Divê Kurd li Rojava Bibin Aliyê Sêyem li Sûriyê


Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) endamên Lêvegera Siyasî destnîşan kirin û ev yek êdî li gor rêkeftina Dohukê desthilateke hevpişk li Rojavayê Kurdistanê peyda dike.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, şareziyê siyasî Dr. Sededdîn Melle dibêje, çendîn eger hene Kurd li Rojava yek girtina xwe çê bikin, ji ber ku herdu alî pêdivî bi bicîanîna vê peymanê heye. Şerê Daîş û xizmetkirin û parastina xelkê û herwesa eşkerebûna nexşeya Tirkiyê li Rojhilata Navîn, hinek egerên din in ku divê Kurd bibin yek.

Birêz Melle herwesa got, ENKC û PYD ti xêr ji tevlîbûn li nav rikberiya Sûrî, çi Îtîlaf çi jî Heyeta Tensîqê, neditîne. Lewra gerek e biryarên Lêvegera Siyasî li pêşî her biryareke dî be û divê Kurd xwe weku aliyê sêyem bibînin.

hevpeyvin digel Dr. Sededdîn Mella
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:53 0:00

XS
SM
MD
LG