Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandinên jibo Mafên Reşan li Amerîka Berdewam Dikin


Bi deh hezaran xelk do Şemiyê daketin kolanên New York û Washington û bajarên din yên Amerîka, di xwepêşandinên dijî kuştina zarok û mêrên reş yên bêçek de li ser destê polîsên spî.

Mirov û kesûkarên Michael Brown, Eric Garner, Tamir Rice û Trayvon Martin, çar kesên ku di du salên dawî de li ser destên polîs hatine kuştin, tevlî xwepêşandina Washington bûn. Xwepêşandin bi navê Dadmendî bo Hemûyan bû.

Çend hezar xwepêşander ji pêş Koçka Spî ber bi avahiya Kongresa Amerîkî ve çûn û bi durişmên jibo piştgiriya mafên reşên Amerîka bang kirin. Li nêzîk Kongresê, hinek gotar hatin pêşkêşkirin, ji wan jî gotara çalakvanê mafên sivîl Al Sharpton, yê ku ew xwepêşandin birêve biribû.

Xwepêşandineke mezin li bajarê New York jî pêk hat, tê de bi deh hezaran tevlî helkeftê bûn ku bi Meşa Milyonî hate binavkirin. Xwepêşandin li Boston, Chicago û San Francisco jî hatin lidar xistin.

Ji meha bûrî de xwepêşandin li seranserî Amerîka tên lidar xistin, piştî ku desteyeke sûndxwaran biryar da ti cezayî nede efserê polîs yê spî ku Michael Brown yê 19 salî li bajarê Ferguson yê Missouri kuştibû.

XS
SM
MD
LG