Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilawerê Zengî: Pêwistiya Rewşenbîrên Her Çar Perçeyên Kurdistanê bi Hevdîtinan Heye


Di hewildana duristkirina gewdeyekî siyasî ji tevgera Kurdî re li Rojavayê Kurdistanê de, rewşenbîr û çalakvanên wê rola xwe di nav vê xebatê de dilîzin û têkîlî û peywendiyên Kurdistanî li ser asta nirxên netewî bi rewşenbîrên perçên din ava dikin.

Serokê şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ji bo serdana Başûrê Kurdistanê û Qendîlê birêz Dilawerê Zengî di hevpeyvîna xwe de ji Dengê Amerîka re sedemên vê serdanê û mebestên wê têne zimên.

Birêz Zengî dibêje, pêwistiya rewşenbîr û nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê bi hevdîtin û danûstandinê heye, ta ku hêdî hêdî sînor û aloziyan ji nav xwe rakin û karibin bi rola xwe di nav xebata siyasî de bilîzin û bibin alîkarê lihevhatina Kurdan di vê serdema nuha de.

Hevpeyvîna Dîlawerê Zengî_12_16_14_LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:54 0:00

XS
SM
MD
LG