Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Geşbîn e ku Ekonomîya Rûsya Baştir Be


Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje, ew pêbawer e ku welatê wî di nav du salan de ekonomîya xwe baştir bike û îstiqrarê bîne rewşa dirava Rûsî.

Putîn îro di konferanseke ragihandinê de peyîvî û got, xûrtbûna aborîya wan wê zûtir be, eger hîn faktorên derveyî bi erênî biguherin.

Rûsya rûbirîyê toleyên aborî yên Roava ye, piştî ku Moskow herêma Kirim ya Ukrayna di meha Adarê de xistibû nav axa xwe.

Birêz Putin pênasînê kir ku cezayên aborî yên ser Rûsya, 25 heta 30 ji sedê ji xirabûna ekonomî û krîza aborî berpirs e.

XS
SM
MD
LG