Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Kobanî: Gelek Alî Dixwazin Şerê Kobaniyê Bimîne Birîneke Vekirî


Gelek çavdêr û șîrovekar dibînin ku șerê Kobaniyê ne șereke di navbera du hêzên çekdar de. Belê ew tiștekî pilan kiriye ji aliyê gelek hêzên herêmî û navnetewî de. Ew dibêjin, hin dixwazin DAIȘ li Kobaniyê tune bikin û hin jî dixwazin PKKê tune bikin.

Rojnamevanê Kurd Salih Kobanî ku li Swêdê dimîne, ji Dengê Amerîka re şerê berdewam nirxand.

” Eger biryarek ji bo bi dawîanîna șer hebûya, dê ji zû ve bi dawî bihata, lê diyar e her aliyek dixwaze ecindeyên xwe li Kobaniyê pêk bîne.”

Kobanî her wiha anî ziman ku tenê xelkê Kobaniyê baca evî șerî dide û rewșa bajêr bi çi șêweyî venagere wek berê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Salih Kobanî SW 12_18_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:55 0:00


XS
SM
MD
LG