Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî Dibêje Kurd Deverên Fireh li Şengalê Rizgar Kirine


Tankeke pêşmergeyan
Tankeke pêşmergeyan

Fermandarê operasyona Navnetewî ya dijî Dewleta Îslamî li Sûrîye û Îraqê, General James Terry Fermandarê dibêje, hêzên Kurdî deverên berfireh yên Îraqê xistin bin kontrola xwe.

Generalê Amerîkî Terry îro Pêncşemê li Washingtonê hin agahîyên girîng dan medyayê.

Terry got, bi xêra 50 êrîşên esmanî yên vê dawîyê, hêzên Kurd yên bi piştgirîya Amerîka, li Şengalê nêzîkî 100 km deverên bin destê Dewleta Îslamî xistine bin kontrola xwe.

Hêjayî gotinê ye hêzên pêşmerge demeke zûtur ya îro ragihandibûn ku wan li Şengalê jimareke gund rizgar kirine û çekdarên DAIŞ neçar dikin ku paşve bikşînin.

XS
SM
MD
LG