Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Piştî Qirkirina Xwendingehê Êrşên Dijî Talîbanê Zêde Dike


Karbidestên Pakistanî dibêjin, hêzên wan yên esmanî û yên erdî, piştî êrîşa Talîbanê ya hember xwendingehekê li Peşawar, 58 mîlîtanên Talîbanê kuştin.

Karbidest dîyar dikin ku wan li herêma Xayber ya nêzîkî tixubê Afganistanê kemîn dana Talîbanê û 50 kes ji wan kuştin.

8 mîlîtanên din jî li başûrê rojhlata Belucistanê hatine kuştin ku yek jî wan kesana fermandarekî bilind e.

Qirkirina Talîbanê ya li hember xwendingeha, ku ji alîyê artêşê ve dihat rêvebirin, hemî cîhanê şok kiribû û Serokwezîr Newaz Şerîf dawî li ragirtina cezayê îdamê anîbû.

Do Pêncşemê jî artêşa Pakistanî biryara kuştina fermandarên payabilind yên Talîbanê derxsitibû.

Hêjayî bîrxistinê ye di êrîşa Talîbanê de 149 kes hatibûn kuştin ku piranîya wan zarok bûn.

XS
SM
MD
LG