Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşmerge Hinek Beşên Şingalê Rizgar Dikin


Tankeke Pêşmergeyan.
Tankeke Pêşmergeyan.

Bi hezaran pêşmergeyên Kurd hewil didin ku dorpêçkirina li ser Çiyayê Şingalê bişikînin, piştî çend mehan ku terorîstên rêxistina Dewleta Îslamî devera piranî Êzîdî xistine bin kontrola xwe.

Desthilatdarên Kurd li Îraqê dibêjin, dora 8 hezar Pêşmerge, bi piştgiriya êrîşên asmanî yên Amerîkî, do Îniyê çekdarên Îslamî ji devereke girîng ya bakurê çiyayê Şingalê der kirin. Heta derengî rojê, hêzên Kurd hewil didan ku hemû devera li ser sînorê Sûriyê vegerînin.

Hewildan tên kirin jibo peydakirina korîdorekê tê de bi hezaran Êzîdiyên ji Tebaxê de li wir asê bûne, werin derxistin. Pêşmerge dixwazin başûrê Çiyê tên jêr destê xwe.

Di destpêka Tebaxê de, tundrêyên Îslamî bajarokên Şingal û Zumar kontrol kirin û di encamê de bi deh hezar Êzîdî ji çiyayî reviyan. Hinek ji wan jî li wir asê man.

XS
SM
MD
LG