Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rawergirtin: Esebsî Hilbijartinên Serokatiya Tûnisê Bidest Xistiye


Rojnameyên Tûnisî ragihand ku wezîrekî berê yê 88 salî hilbijartinên serokatiyê bidest xistiye.

Tê çaverêkirin ku encamên fermî derengî Duşemê werin eşkerekirin, lê yekser piştî dengdanê, rawergirtinan nîşan da ku Beji Kayed Esebsî dora 55 ji sedî ji rêjeya dengan bidest xistiye.

Hilbijartinên do Yekşemê dawî li veguhestina çar salan anî ber bi demokrasiyê ve piştî ku gelê Tûnisê dîktatorê welêt ji hikûmetê avêtin.

Grûpa çavdêriyê ya Tûnisî Muraqîbûn heman texmîn da birêz Esebsî, yê ku wekî wezîr li jêr hikûmeta serokê Tûnisê yê yekem kar kiribû.

Hevrikê wî, serokê demkî yê nuha Munsif Merzûqî, heta nuha pênasîn bi encamên hilbijartinan nekiriye.

Hate ragihand ku hilbijartin bi giştî bi awayekî azad derbas bûn, tê de 59 ji sedî ji rêjeya dengdaran li Tûnisê beşdar bûn.

XS
SM
MD
LG