Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xerbî Hiso: Bazirganî bi Mafên Mirov Tê kirin


Şerê navxweyî yê Sûriyê piştî çar salan ji berdewamiyê, hîn çi hêvî jibo dawîhatina wî peyda nebûye. Di sala borî de Konferansa “Jeneva II” geşbinîyek ligel xwe anî, lê dîsan aliyên şerê Sûrî negihiştin çareseriyekê jibo welatê xwe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nûnerê Herêma Kurdistanê, Şepola Pêşeroj ya Kurd li Sûriyê, Xerbî Hiso debêje, çi çareserî bo rewşa Sûriyê xuya nake, jiber ku berjewendiyên welatên cîhanê li Sûriyê hevdu nagirin û heta rêkeftin di navbera wan de çê nebe, rewşa Sûriyê dê her wiha berdewam bibe.

Birêz Hiso da zanîn ku pirsa mafên Mirov û demokrasiyê xewnek e jibo gelên Rojhilata Navîn, lê belê bazirganî bi wan mafan tê kirin.

hevpeyvin digel Xerbî Heso
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:50 0:00

XS
SM
MD
LG