Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşeng Osê Bûyerên Sala 2014 li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne


Hoşeng Osê li Belcîkayê dimîne.
Hoşeng Osê li Belcîkayê dimîne.

Sala 2014 saleke tijî bûyer bû jibo Kurdên Rojava. Ji bilî şerê navxweyî ku ev çar sal in li Sûriyê berdewam dike, Kobaniyê babeta herî balkêş bû ku bi ser Kurdên Sûrî re derbas bû.

Herwiha ezmûna kantonên Rojava jî ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hatin ragihandin, di sala 2014 de bûn cihê gelek gotûbêj û nîqaşan. Di heman salê de, Rêkeftina Duhokê di navbera herdu aliyên siyasî yên sereke li Kurdistana Sûriyê de hate îmze kirin û piştre jî lêvegereke siyasî hate damezrandin.

Jibo nirxandina rewşa Kurdên Sûrî ya siyasî di sala 2014 de, Dengê Amerîka hevpeyvîneke taybet ligel şirovekarê siyasî Hoşeng Osê pêk anî.

Birêz Osê, yê ku gelek nivîsîn li ser mijara Kurdên Sûrî belav kiriye, dibêje gelek kêmasî û tiştên neyînî bi ser Kurdên Rojava re hatin.

Ew herwiha dide zanîn, eger rewş bi vî şêweyî berdewam bike, ewê sala 2015 jî her wisa be.

Dirêjahiya vê hevpeyvînê li ser vê fayla deng guhdarî bikin.

Hevpeyvîn bi Hoşeng Osê re
please wait

No media source currently available

0:00 0:18:18 0:00

XS
SM
MD
LG