Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rizo Xerzî: Alîkariya Penaberên Kobaniyê Erkekî Netewiye


Berdewamiya şer li Kobaniyê ji aliyekî ve û serma zivistana dijwar ji aliyekî din ve jiyana penaberên Kurd li kampên Tirkiyê de xistiye jêrî metirsîna jan û nexweşiyên giran, ji ber wê bilez pêdiviya dana alîkariyê tê xwestin ji her kesekî ve.

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi kampeyneke alîkariyê jibo zarokên Kobaniyê rabûye.

Di hevpeyvîna Dengê Amêrîka de rojnemevan û cîgirê serokê HRRK şaxê Bakur, Rizo Xerzî di derbarî vê kampeynê de dibêje alîkariya Kobaniyê bi her awayî pêwîst e.

Birêz Xerzî herwuha dibêje, rewşa heyî ya penaberên kampên Sirûcê gelekî zor û dijwar e û bitaybetî ya zarokan û divê bilez çarak ji wan re bê peydakirin.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê dengî kilîk bike.

Rizo Xerzi_12-24-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:51 0:00


XS
SM
MD
LG