Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Biro: Divê Lêvegera Sîyasî Bilez Dest Bi Karê Xwe Bike


Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) Îbrahîm Biro, biryara dûrxistina 3 partîyên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Îbrahîm Biro, ku niha li Stenbolê ye, li ser biryara roja Çarşemê hate standin bi bîr dixe, “Ew biryar 3 roj berê bi beşdarîya nûnerên wan her sê partîyan hatibû standin û piştî Civata Giştî ya ENKS’ê hatiye ragihandin.”

Ew dibêje, 3 kesên ketine şûna wan endamê ENKS’ê yê Serbixwe ji Kobanê Enter Mihemed, Hisam Xelîl ji herêma Cezîrê û nûnerê xortan Fûad Brahîm in.

“ENKS jî TEV-DEM jî dikare endamên xwe yên tayînkirî biguherîne. Ev ne dijî Peymana Duhokê ye, lê nîqaşên li ser 6 endamên serbixwe yên jibo Lêvegera Sîyasî hatine hilbijartin têne kirin, ne qanûnî ne.”

Biro dibêje ew bi hêvî ne ku TEV-DEM biryara ENKS’ê neke mesele û Lêvegera Sîyasî zû dest bi karê xwe bike.

Biro dide zanîn, ewê nameyekê ji opozîsyona Sûrîyê re jî bişînin da ku li şûna wan 2 kesên ji partîyên nav ENKS’ê hatine derxistin, 2 kesên din dîyar bikin.

ST_12_25_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG