Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Şabab li Somalê Êrîşî Hêzên Yekîtîya Efrîqa Dike


Leşkerên Somalî
Leşkerên Somalî

Gruba El Şabab li Mogadîşû ya paxtaxta Somalê êrîşek anî ser hêzên aştîparêz yên Yekîtîya Efrîqa.

Berdevkê hêzên Yekîtîya Efrîqa Alî Hamud ji Dengê Amerîka re got, 7 heta 10 endamên El Şabab îro Pêncşemê ketin nav bingeha wan.

Wî got, 2 ji êrîşvanvanan xwe peqandin û 3 êrîşvanên din jî di pevçûnê de hatin kuştin.

Hamud da zanîn ku 2 çekdar hîn ji li hindurê avahîyê ne, lê dora wan ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hate peçandin.

Hamud ragihand ku ji hêzên aştîparêz jî kuştî û birîndar hene, lê wî ti hurgilî nedan.

XS
SM
MD
LG