Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balefireke Îndonesyayê Winda Dibe


Operasyonên lêgerînê li nav Deryaya Java li balefireke AirAsia ya windayî îro Yekşemê hatin rawestandin, lê biryar e sibe Duşemê jinûve berdewam bikin.

Balefir ji bajarê Surabaya yê Îndonesyayê ber bi welatê Singaporayê ve diçû dema ku danê sibehê winda bû, 40 deqeyan berî ku bigihêje cihê xwe.

162 siwar di balefirê de hebûn, 149 ji wan Îndonesî, sê ji Koreya Başûr, û yek ji Singapora, Malazya û Brîtanya.

Karbidestên dibêjin, berî ku peywendî bi balefirê re were birîn, pîlotê wê daxwaz ji navenda kontrolê li Jakarta kiribû ku rê bidin wê dora 1800 metran bilindtir bibe jiber seqaya xirab.

XS
SM
MD
LG